Amerîkayê cezayên li ser Venezuelayê sivik kir

Li Venezuelayê desthilat û muxelefetê li ser hilbijartinên serokomariyê li hev kirin.
Piştî vê yekê Amerîkayê pêkanînên xwe yên li ser petrol û gazê sekinandin.

Berpirsê Istixbarata Darayî û Terorîzmê ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Brian Nelson daxuyanî da û got:

“Li gor polîtîkaya pêkanînan a DYA’yê û ji ber geşedanên demokratîk ku çê bûne, Wezareta Xezîneyê wê bihêle ku Venezuela karê xwe li ser petrol û gazê, karê xwe yê li ser zêran bike.”

17’ê Cotmehê hikûmeta Venezuela û mixelefet li hev rûnişt û li hev kir ku nîveka duduyan a sala 2024’an hilbijartin ji bo serokkomariyê çê bibe.

Di belgeyê de ku perçeyekê pêvajoya guftûgoyê ye ku bi hêsankariya Norwecê, li Barbadosê hatiye îmzekirin.

Serokê Dewletê Nicolas Maduro û mixelefet pêşniyaz dikin hilbijartina serokomariyê li salnameya destûra bingehîn nîveka duduyan a sala 2024’an çê bibe.

Back to top button