Jinên navçeya Şêrewa ya Efrînê ku rojane rastî topbaran û êrişên dewleta Tirk a dagirker tên diyar kirin ku her çend ew di rewşeke şer û dijwar de dijîn jî tu carî dê nehêlin xewnên dijmin pêk werin û dev ji malên xwe bernedin.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Kantona Efrîn dagir kir, gelê sivîl ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî piştî berxwedana 58 rojan, neçar ma berê xwe bide herêmên bi ewle.
Ew herêm jî kantona Şehba û navçeya Şêrewa ya Efrînê bû.
Piştî koçberiyê jî gel ji êrîşên dagirkeriyê xilas nebû.
Ev nêzî 4 salan ku dewleta Tirk rojane êrişî navçeya Şêrewa û bajaroka Til Rifet a Şehbayê yên ku tê de koçberên sivîl bi cih bûne dike.
Di van demên dawî de gef û êrişên dewleta tirk li ser herêmên koçberan zêdetir bûn.
Jinên ku li navçeya Şêrewa ya Efrînê dimînin jî derbarê mijarê de nerînên xwe anîn ziman.
Xezal Mihemed Ehmed a 60 salî da zanîn ku jiyana mirov li deverên Şêrawayê pir zor û zehmet e.
JINÊN JI NAVÇEYA ŞÊREWA:
EM NIKARIN PÊDIVIYÊN ZAROKÊN XWE PEYDA BIKIN
Nisrîn Mistafa Ferec ku diya 4 zarokan e diyar kir ku xwesteka wan ew e jiyana wan a berê vegere û dûrî dorpêç û êrişan bin.
Hevseroka komîna gundê Zerneyîtê Dunye Xelîl jî dibêje:



