Mehmed Ocalan: Li Îmraliyê pêkanîneke taybet heye ev nayê qebûlkirin

Terîda giran ya li ser Rêber Apo roj bi roj giran dibe.
Çend roj berê derket holê ku Îlona sala 2018’an bi hêceta ku “Pêgermok Gerandiye” cezayê disiplînê dane Rêber Apo.
Birayê Rêber Apo Mehmed Ocalan bertek nîşanî vê yekê da û got, “Li Îmraliyê pêkanîneke taybet heye. Ev yek nayê qebûlkirin.

Li Îmralîyê tecrîd û îzolasyoneke ku mînaka wî li ti dewera cîhanê tuneye û polîtîkayên taybet li dijî Rêber Apo tê meşandin.

Ev zêdetirî 20 salin li hember her cûre êriş û şerê psîkolojîk jî, Rêber Apo berxwedan û sekneke dîrokî raber dike.

Tevî tecrîda geran ya li ser Rêber Apo, çend roj berê derket holê ku Îlona sala 2018’an bi hêceta ku “Pêgermok Gerandiye” cezayê disiplînê dane Rêber Apo.

Têkildarî mijarê birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Mehmet Ocalan bertek nîşanî vê yekê da û da zanîn ku plnanên taybet li Îmralîyê ji bo astengkirina nêrînên Rêber Apo hatîye çêkirin.

Ocalan destnîşankir ku ev bi du salin bi kekê xwe re hevdîtin nekirine û serlêdanên wan têne astengkin û wiha got:

”Ev tiştê tê kirin ne qanûnîye. Cihê ku ji bo meşa li hewşê were kirin bi qasî odeyeke ye.

Lê polîtîkayek pir taybet li dijî kekêmin tê rêveberin û mafê girtîyan liwir ne tune ye.”

Ocalan da zanîn ku ew tişteke pir taybet naxwazin lê tenê mafê girtîyeke çibe ew jî wê yekê dixwazin.

Mehmet Ocalan di dawî de xwest ku mafên qanûnî yên birayê wî bên nasîn û wiha got: ”Neqebulkirina mafên qanûnî ji bo kekêmin tişteke pir xetere. Ev yek nayê qebûlkirin.

Nabe ku weke welatîyeke ji rêze nêz bibin û bibînin.

Eger derîyên Îmralîyê vebin wê demê dê aştî were Tirkîyê. Sedemên vê tecrîdê sîyasî û polîtîk in.

Em weke malbat mafên insanî dixwazin, em daxwaza tişteke din nakin.

Back to top button