Emîne Osê: Divê gelê Sûriyê hişyar be û bi hêzên leşkerî re hevgirtî be

Emîne Osê; Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ku Tirkiyê sûdê ji tevliheviyê li her deverê digire, ji lew re êrişî herêmê dike. 

Emîne Osê da xuyakirin ku dewleta Tirk azara aloziya hundirîn dikişîne û Erdogan hewl dide beriya hilbijartinên serokatiyê li ser hesabê Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyan qezenc bike.

Her wiha diyar kir ku dixwaze ji tunebûna çareseriyeke navneteweyî, ji krîza Sûriyê sûdê werbigire.

Emîne Osê got ku hikumeta Şamê jî her tim bi hişmendiyeke hişk nêz dibe û israr dike li demên berê vegere.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser piştrast kir Rêveberiya Xweser xwe dispêre gel û hêza xwe ya leşkerî, divê gel jî bi hêzên xwe yên leşkerî re hevgirtî be.

Back to top button