YPG: Fermandarê şoreşa gelan, Şervan Heleb şehîd bû

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê agihand ku yek ji fermandarên wê Şervan Heleb di encama krîzeke dil de şehîd bûye.
YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd û gelê Kurd re xwest û got:
“Em ê têkoşîna 31 salan ya hevrê yê xwe Şervan Heleb teqez bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandarekî xwe ragahand.

Di daxuyaniya YPG’ê wiha hat gotin:

“Lawê leheng yê Efrînê, şervanê gelê xwe û fermandarê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê rêhevalê me Şervan Heleb di dîroka 10’ê Çileya 2024’an de di encama qirîza dil şehîd bû.

Di serî de ji malbata hêja û welatparêz a fermandarê me re, em sersaxiyê ji bo tevahî gelê xwe dixwazin.”

YPG: Hevrê Şervan rêberê rasteqîn yê gelê xwe bû

YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha bahsa têkoşîna 31 salan ya hevrêyê xwe Şervan kir:

“Şervanê kedê û pêşengê cengên giran, 31 salan bê rawestîn ji çiyayê Kurmênc heta bi çiyayê Dersimê têkoşîneke dijwar da meşandin.

Rêheval Şervan di sala 1993’an de beşdarî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.

Piştî ku li Akademiya Mahsûm Korkmaz li saha Rêber Apo alfabeya azadiyê fêr bû berê xwe da çiyaye kurdistanê.

Ruxmê ku di lingê xwe de birîndar bû, lê bi israr û bi hêrsa tolhildanê her tim di eniyên pêş de bû.

Weke rêhevalên wî, soz didin ku emê bîranîna hevrê Şervan her dem bidin jiyîn.

Teqez xeyalên wî ku di oxira wê de emrê xwe feda kir, bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Li çiyayên azad berê xwe da qada şoreşê

YPG’ê dazanîn Şervan Heleb bi destpêka şoreşê berxwe daye warê şoreşê û domdarî ev agahî da:

Di kêliyên ku şoreşê li Rojavayê Kurdistanê deng veda, heval Şervan wek gerîlayekî şareza berê xwe da warê şoreşê.

Heval Şervan di avakirin û pêşxistina Yekîneyên me yên Parastina Gel YPG’ê de xwedî kedeke mezin bû û rêberekî rasteqîn ê gelê xwe bû.

Her salek ji salên têkoşîna heval Şervan hêjayî romanekê bû.

Bi ruhê mîlîtaniya Rêber Apo her dem erkên demê bi awayekî serkeftî bicih anî.”

Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê herî dawî got:

“Wek Yekîneyên Parastina Gel YPG bi qasî ku şehadeta hevrê Şervan em xemgîn û dilgiran kirin, ewqas jî rêwîtiya 31 salên lehengî, fedekarî û têkoşînê em şanaz û serbilind kirin.

Ev sekna hevrê Şervan a di şer û jiyanê de ji bo me nîşaneya herî mezin a beşdariya rast ji jiyan û şer re ye.

Li ser vê bingehê em careke din sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin.

Em dibêjin soza ku heval Şervan daye, soza me ye û emê vê sozê teqez bicih bînin.

Agahiyên derbarê şehîd de wiha ne:

Hesen Bekir, bi nasnav Şervan Heleb, li Efrînê ji dayik buyê, 10’ê Çile 2024 de li Hesekê şehîd bû.

Nasnav: Şervan Heleb
Nav û Paşnav: Hesen Bekir
Navê Dayikê: Nebiye
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 10 Çile 2024

Back to top button