Kosova ji KFOR’ê xwest hîn bêtir hêzê li sînorê Sirbistanê bicih bike

Serokê Kosova ji Hêza Aştiyê ya Kosova xwest ku hîn bêtir hêzê li sînorê Sirbistanê bicih bike.

Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti diyar kir ku sînorê bi Sirbîstanê re cihê ketina çek û gefên neqanûnî ye.

Kurti daxwaz kir ku Hêzên Aştiyê yên Kosovayê (KFOR) ên girêdayî NATO’yê ji bo sînorê Sirbistanê hêzekî hîn bêtir bişîne.

Serokwezîr Kurtî daxwaza xwe ji fermandarê nû yê KFOR’ê Orgeneral Ozkan Ulutaş re ragihand û diyar kir ku divê hêza zêde ya mîsyonê li ser parastina sînor bisekine.

Kurti diyar kir ku sînorê bi Sirbîstanê re weke derbasgeheke neqanûnî tê bikaranîn û polîsên Kosovayê nikarin sînorê 350 kîlometreyî biparêzin.

Di 24’ê Îlonê de, nêzîkî 30 sirpên çekdar derbasî Kosovayê bûn, polîsek kuştin, barîkat danîn.

Piştî vê di navbera wan û polîsên Kosovayê de bi saetan şer pêk hat.

Her ku alozî li herêmê zêde bûn, NATO bi 200 leşkerên ji Brîtanyayê û bêtirî 100 leşkerên ji Romanyayê hêza xwe ya li herêmê xurt kir.

NATOyê ji bo zêdekirina hêza şerker a KFOR’ê ku ji Hezîrana 1999’an ve bi çekên sivik û wesayîtan li Kosovayê ye, çekên giran şandin.

NATO plan dike ku ji bo bihêzkirinê 700 leşkerên din bişîne herêmê.

Beriya vê jimara leşkerên KFOR ya li herêmê 4,500 bû.

Ev veguhestin piştî 30 leşkerên NATO û 52 xwepêşanderên Sirbî di şerê li Zvecanê ya mehên dawiyê de birîndar bûn, pêk tê.

Di şerê 78 rojî yê di navbera herdu aliyan de tê binavkirin, bêtirî 10 hezar kes mirin.

Bi bombebarana NATO hêzên Sirbî neçar ma ji Kosovayê derkevin.

Sirbistan serxwebûna Kosovayê ya ku 2008’an hatibû ragihandin nas nake û heta niha jî wê wek beşek ji axa xwe dibîne.

Zextên navneteweyî di van demên dawîn de li ser pêkanîna plana 10 xalî ya ku di meha sibatê de ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve ji bo bidawîkirina aloziya siyasî yên ku dewam dikin, zêde bûye.

Kurti û Serokomarê Sirbîstanê Aleksandar Vucic wê demê ev plan erê kiribûn, lê hinek bertekên wan bûne sedema ku heta niha ev daxwaza wan pêk nehatiye.

 

Back to top button