Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda navçeya Eyn Îsayê û gundên derdorê wî bi çekên giran topbaran kir.
Beriya çend demjimêran dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda navçeya Eyn Îsayê û gundên derdorê wî bi çekên giran topbaran kir.
Di encama topbaranê de ziyanên madî li erd û zeviyên şêniyên herêmê bûn.
Li xeta Heleb, Şam û Idlibê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
Her wiha li Xeta Heleb, Şam û Idlibê şerê hikûmeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê jî didome.
Hate ragihandin di êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarê Helebê û başûrê Idlibê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê-SOHR duh ragihand ku di encama êrişa çeteyên Ceyş El Nasir a li dijî navendên hikumeta Şamê yên li başûrê Idibê de du leşkerên hikûmeta Şamê hatine kuştin.
Di êrişa artêşa Tirk ya li dijî gundên Rojavayî Minbicê de jinek birîndar bû