Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Dronên Tirkiyê nuqteya koordîneyê ya stratejîk a hêzên Rûsyayê ya li Dirbêsiyê kir hedef. Ji bo naskirina sedemên hedefkirinê lêpirsîn berdewam e.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bombebaranê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dronên Tirkiyê êrîş pêk aniye û ji bo naskirina sedemên hedefkirinê lêpirsîn berdewam e.
Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encama êrîşê de leşkerekî Rûs û 3 sivîl birîndar bûn.