Şehba..Ji ber nebûna kehrebê zarokê nexweş bi molidê pêwistiya xwe dabîn dike

Dîmek ji gundê Mezarê Til Şeîr ê girêdayî navçeya Fafîn a herêma Şehbayê hatiye kişandin.
Di dîmen de tê dîtin ku zarokê bi navê Reşmar Reşo yê 5 salî ku nexweşiyên rebo (ku bêhna mirovan teng dike) pê re heye, li ber jeneratorekî bi cîhazê oksîjenê ve hatiye girêdan.
Li gorî agahiyên ku malbatê dane, mazot tune ye, lewma seyare kar nakin û ew jî nikarin zarokê xwe bibin bajar.
Jenerator jî kehrebê dide gund, lê ji ber tunebûna mazotê nayê pêxistin, tenê ji bo demekê ku zarok karibe oksîjenê werbigire hatiye pêxistin.
Li dîmenê binêrin û biryar bidin.

Back to top button