Malbatên girtiyên Bahdînanê banga piştgiriyê kirin

Li Behdînanê 9 çalakvan di meha Hezîranê de ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin sibe tên dadgehkirin. Malbatên çalakvanan bi daxuyaniyek bang li aliyên siyasî û xelkê Başûr kirin ku, li dadgehê amade bin û piştgiriyê bidin wan.

Tê payîn ku sibe (12’ê Tîrmehê) li Hewlêrê 9 çalakvanên Behdînanê werin dadgehkirin.

Malbatan diyarkirin ku çalakvanan ji ber daxwazkirina mafên giştî hatine girtin.

Malbatên girtiyan jî bi daxuyaniyek bang li hemû aliyên siyasî û welatiyên Başûrê Kurdistanê kirin, piştgiriyê bidin wan û sibe li siharê li ber dadgeha Hewlêrê amade bin û parastina mafên girtiyan bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 5’ê Tîrmehê wê her 9 çalakvann ji meha Hezîrana 2020’an ve li Behdînan hatin binçavkirin, wê li Dadgeha 2 ya Ceza ya Hewlêrê bihatana dadgehkirin.

Lê piştre dadgeh bêy ku sedemek diyar bikeke, dadgehkirina wan çalakvanan ji bo 12 Tîrmehê paşxistibû.

Back to top button