KCDK-Ewropa di kongra xwe ya li Kolnê de rêveber û hevserokên xwe hilbijart

Hikumeta Almanya bi daxwaza dewleta Tirk a dagirker, kongra KCDK-Ewropa ya li Almanya qedexe kiribû. Li hemberî vê yekê pêkhateyên KCDK-Ewropa li Kolinê kongra xwe lidar xist û rêveberî û hevserokên xwe yên nû hilbijart. Di kongrê de helwesta hikumeta Almanya hate rexnekirin û peyama xurtkirina têkoşînê hate dayîn.

Li ser banga Konfedrasyona Civakên Kurdistanî yên li Almanya (KON-MED) ku duh kiribû, saziyên girêdayî KCDK-Ewropa li ber Gara Deûtz ya Kolnê di mîtîngê de hatin ba hev.

Di axaftinên hatin kirin de li dijî qedexeyê helwesta nerazîbûnî hat nîşandan.

Despêkê Hevserokê KCDK-Ewropa Yuksel Koç axivî.

Koç: Hûn çima rêxistinbûna Kurdan naxwazin?

Yuksel Koç îşaret bi destûra bingehîn ya Alman kir û got,

“Di madeya yekemîn a destûra bingehîn a Almanya de wiha tê gotin: Kerameta mirov nayê binpêkirin. Madeya 6’an jî wiha dibêje: Reng, ziman û dînê wê ferq nake, her kes dikare ramanê xwe îfade bike û rêxistin bike. Gelo Kurd ji derveyî wan madeyan tê girtin? Eger ev madde ji bo Kurdan neguncav bin bibêjin.”

Koç bibîrxist ku di sedsala 20’an de ji ber Kurd ne yek bûn, dabeşî çar beşan hate kirin û ev tişt anî ziman:

Di sedsala 20’an de ji ber ku em ne yek bûn Kurdistan dabeşî 4 perçeyan hat kirin.

Di sedsala 21’an de têkoşîna bi hev re wê Kurdistanê bike yek.

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr jî axivî û qedexekirina kongrê ji aliyê hikumeta Almanya ve şermezar kir.

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut daxuyakirin ku bi qedexekirina kongreya KCDK-Ewropayê re Almanya jî heman rêbazên Erdogan bikar aniye.

Piştî axaftinan mîtînga ku hejmareke têrker ji bo kongreyê beşdar bibûn veguherî kongreyê. Di kongreya KCDK-E ku wek ‘Kongreya Vekirî’ hate pênasekirin de endaman hevserokên nû rêveberiya xwe ya nû diyar kirin.

Ji bo Hevserokatiyê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç hatin hilbijartin.

Ji bo rêveberiyê jî Hevserokên KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever û endamên desteyê jî hatin hilbijartin.

Rêveberiya nû ya hatî hilbijartin ji bo spasiyê axaftinek pêşkêş kir û soza mezinkirina têkoşînê û hêjayî gelê Kurd bûyînê dan.

Back to top button