Li Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişloyê emeliyeteke din a dil bi serketî derbas bû

Piştî emeliyetên dil ên vekirî, duh li Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişloyê yekemîn emeliyeta “dil lêdanê” li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate çêkirin û bi serkeftî derbas bû.

Dr.Şoreş Mûsa diyar kir ku ji 21’ê Çileya îsal heta niha 22 emeliyetên dil li nexweşxaneyê hatin çêkirin û hemû jî bi serkeftî derbas bûn.

Mûsa got;

Ev yekemîn emeliyeta dil lêdanê ku emeliyeteke girêdayî ya dil a vekirî ye li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê çêkirin.

Mûsa da zanîn ku nexweşê ku emeliyet jê re hatiye kirin 64 salî bû, azara felca mejî dikişand.

Sabit Mistefa ku ji dilê xwe emelyat bûyî jî got;

“Niha tenduristiya min baş e û spasiya tevahî bijîşk û hemşîreyên nexweşxaneyê têkildarî hevkarî û baldariya wan dikim.”

Her wiha Dr.Şoreş Mûsa diyar kir ku tevahî endamên tîmê yên ku tev li emeliyetê bûne pispor bûn. Ji vir û pê ve mîna van emeliyeta dewam bikin û wê di mehên bê de emeliyeta dil ji zarokekî re were çêkirin..”

Back to top button