Çalakiya konvedanê a li Qamişlo li pêşiya NY dewam dike

Çalakî û berxwedana li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, dewam dikin. Çalakiya konvedanê ya li Qsamişlo dewam dike û li navçeya Erîşa li dijî êrişan çalakî hebûn.

Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dike.

Çalakiya konvedanê ya li ber navenda NY ya li Qamişlo bi tevlîbûna şêniyên herêmê di roja 5’an de ye.

Îro jî bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li Hesekê û navçeya Tirbespiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Rêvebera Meclîsa Til Marûf a navçeya Tirbespiyê Xaliya Ehmed di çalakiyê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên rojane hewl dide pirojeya Rêveberiya Xweser û neteweya Demkratîk têk bibe.

Xaliya Ehmed got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê dawiya dagirkeriya dewleta Tirk ya li herêmê bînin .”

Her wiha endama koordînasyona Kongera Star ya Hesekê Miyser Hemo jî axivî û bêdengiya hêzên gerantor şermezar kir û diyar kir ku bêdengiya wan isbata hevkariyê ye.

Di dawiyê de, Miyser Hemo diyar kir ku ewê ti carî dev ji vê xakê bernedin û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin.

Yadê Hemdiya ku ew jî di çalakiyê de amede bû bang li hêzên cîhanê kir ku balafirên dewleta Tirk li ser herêmê qedexe bikin.

Koçberên Kampa Erîşa: Divê qada ezmanî li pêş balafirên şer were girtin

Her wiha koçberên li kampa Erîşa jî li ser heman mijarî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de gef û êrişên dewleta Trik a dagirker yên li ser herêmê û bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî sûcê wê, şermezar kirin.

Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî, NY kirin ku êriş û komkujiyên dewleta Tirk li dijî herêmê rawestînin.

Back to top button