Ji hunergeha welat berheme nû

Hunergeha Welat strana “Serok” ji nû ve saz dike.
Sazkirina vê staranê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ne. 

Hunergeha Welat strana “Serok” careke din derdixe û dê klîbekê jî jê re were çêkirin.

Ev yek jî ji bo balê bikişînê ser tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan..

Hunermend Delîl Mîrsaz li ser mijarê axivî û got :

“Strana Serok straneke kevn e ku Koma Agirî ya Helebê sala 1991`an çêkiriye.

Di dîroka têkoşîna me de ev strana yekemîn e ku li ser rêber Ocalan hatiye çêkirin.

Em jî hewl didin vê stranê careke din belav bikin.”

Gotinên vê stranê ji aliyê nivîskar Dilsoz ve hatine nivîsandin.

Em hewl didin rengê stranê nû bikin.”

Delîl Mîrsaz diyar kir ku stran dê ji aliyê 12 hunermendan ve were gotin ..

Back to top button