Li Kampa Holê ku weke Kampa herî xeternak a cîhanî ye, bûyer kuştinê bi dawî nabin. Hêzên Ewlekariya Hindirîn îro cenazeyê 2 zarokan li kampê dîtin. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê jî ragihand ku ew ê hemû welatiyên xwe yên di kampa Holê de vegerînin
Çavkaniyên ji kampa Holê diyar kir ku hêzên ewlekariyê yên berpirsyarên parastina kampê, cenazeyên 2 zarokan, bi awayekî serjêkirî dtîn. .
Herdu cenaze li “Beşa Muhacirat” a jinên DAIŞ’ê de hatine dîtin.
Li gor agahiyan temenê her du zarokan 11 û 15 sal in û ew bi eslê xwe ji Misirê ne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê bûyerê de hîna daxuyanî nedane.
Iraqê ragihand ku ew ê welatiyên xwe yên li kampa Holê vegerînin