Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ew ê hemû welatiyên xwe yên di kampa Holê de vegerînin Iraqê.
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ew ê hemû welatiyên xwe yên di kampa Holê de vegerînin û got:
“Ew ê hemû welatiyên Îraqî yên li kampa Holê ji bo welatê wan werin vegerandin û hewldanên vê yekê didomin.
Pêwîste di vê demê de karê rêxistinên navnetewî yên di nava kampê de, bi hemahengiya li gel Wezareta Koçberan be.”