Li Qamişlo dewreya Ş.Ceger a “Hêzên HAT” a perwerdê bi dawî bû

Li Qamişlo 81 endamên hêzên Taybet HAT bi bi şahiyekê der çûn.

Li Akademiya Şehîd Rojhat îdewreya perwerdê ya hêzên HAT bi navê Ş. Ceger ku 15 Gulanê dest pê kiribû bi dawî bû.

Bi vê boneyê merasîm derçûnê ku 81 endam beşdar bûn hat lidarxistin.

Şandeyek ji hêzên Koalisyonê, malbatên şehîdan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn.

Bi navê saziya malbatên şehîdan axaftin hatin kirin û bavê şehîd Ceger ku dewre li ser navê wî bû axivî.

Merasîm bi şahiyê bi dawî bû.

Back to top button