Êşkence û sucên li dijî girtiyên nexweş li Tirkiyê û Bakurê Kukdistanê

Li dijî girtiyên siyasî û nexweş yên li girtîgehên Tirkiyê, êşkece û binpêkirinên mafa dewam dikin.
Lê Wezîrê Dadê yê Tirk Bekir Bozdag derdikeve û dibêje êşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in.
Bekir Bozdag îdia kir ku wan bi tu awayî rê neda îşkence û kirinên xerab.

Li girtîgehên Tirkiyê û yên li bakurê Kurdistanê, li dijî girtiyên siyasî û nexweş êşkence û binpêkirinên mafa bi dawî nabin.

Ji Girtîgehên ku veguherîne cihê mirinê, her carê cenazeyekî derdikeve.

Wezîrê dadê yê Tirk idiya dike ku li girtîgehan êşkence tune 

Lê li gorî Wezîrê Dadê yê Tirk Bekir Bozdag ku di hevdîtinên Komîsyona Plan û Bûdçeyê de axivî, diyar kir ku êşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş pêk tên..

Bozdag, îdia kir ku di serdema AKP’ê de serbixwebûna darazê, bêalîtiya wê û xurtkirina maf û azadiyan parastiye.

Her wiha Bozdag bi van gotina îdia kir ku îşkence li Tirkiyê nîne:

“Me bi tu awayî rê neda îşkence û miameleya xerab.

Bêyî ku em di vê mijarê de tawîzan bidin, ev polîtîkayên me heta îro jî didomin.”

Berovajî vang gotinên Wezîrê Dadê yê Tirk, rojane gelek raporên derbarê êşkence û binpêkirinên mafa yên li girtîgehan de tên weşandin.

Girtiyên nexweş bi tu awayî ne tên berdan û ne jî têne dermankirin.

Nobeta Edaletê yên malbatên girtiyan di roja 365’an de dewam kir

Malbatên girtiyan yên li gelek bajaran jî bi daxwaza Edaletê ev salake çalakiya nobetê lidardixin.

Îro jî Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, di roja 365’an de li ber deriyê Girtîgeha Amedê dewam kir.

Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe yên girtî qebûl nakin

Malbatan diyar kirin zilma li ser zarokên wan her diçe zêde dibin û heta ev yek bi dawî nebin ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Back to top button