NY û Xaça Sor banga agirbestê li Sûriyê kir

Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî vîrûsa Corona, diyar kir ku pêwîstî bi pêkanîna agirbestê li tevahî Sûriyê heye.

Nûnerê NY yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen banga agirbestê li tevahî Sûriyê kir da ku xebatek berfireh “ji bo tunekirina vîrûsa Coron were meşandin.

Pedersen got, Sûriye bi xurtî li pêşberî vîrûsa Corona rû bi rû ye û banga serbestberdana girtiyan kir.

Rêveberê Operasyonên Rojhilata Navîn ê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, Fabrizio Carbone jî banga agirbestê dubare kir.

Carbone anî ziman ku “berpirsên tenduristiyê yên Sûrî dibêjin, kesên bi vîrûsê ketine kêm in, lê ji bo rawestandina belavbûna vê nexweşiyê, divê ava paqijiyê peyda bibe.”

Fabrizio Carbone bi bîr xist ku li Hesekê ku bajarekê mezin li Bakur û Rojhilatê Sûrî ye, stasyona avê ya avê dide 800 hezar kesî ji beriya 3 rojan ve raweastiyaye û pêwîstî bi sererastkirinê heye.

Back to top button