Hevrîn Xelef li Tebqa û Dêrikê hat bibîranîn

Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef li Tebqa û Dêrikê bi bîr anî ..
Partiyê teqezî bi girîngiya bilindkirina têkoşîna li hember êrişên li dijî jinên pêşeng, kir.

Partiyê ji bo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef li hola Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partiyên siyasî hazir bûn.

Endama Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Nuha El Şiêtî soz da ku ewê li ser şopa şehîdan xwe bin.

Sinevîzyonek jî li ser jiyana şehîd Hevrîn Xelef hat pêşandan.

Hevrîn Xelef li ser gora xwe hat bi bîranîn

Şêniyên Qamişlo jî berê xwe dan goristana şehîd Xebat Dêrik li wir Şehîd hevrîn bi bîr anîn..

Li vir Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş wiha axivî:

“Her çiqas êriş pir bin, îsrara wan a berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê zêde dibe.”

Gelek axaftin hatin kirin ji wan dayika şehîd Hevrîn Suad Mistefa bû..

Suad Mistefa soza domandina têkoşînê da.

Back to top button