Li Şengalê 25 endamên nû tevlî Asayîşa Êzîdxanê bûn

Ji Akademiya Şehîd Şengal di Dewreya Şehîdên Çil Mêra de doh bi merasîmeke leşkerî 25 endamên ku ev 40 rojin dihatin perwerdekirin mezûn bûn û tevlî Asayîşa Êzidîxanê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê bi amadebûna endamên sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser dest pê kir.

Piştre li ser navê Rêveberiya Akademiyên Asayîşa Êzîdxanê Mehlo Hecî axivî û diyar kir ku eger ew parastina xwe nekin tu kes parastina wan nake û got:

“Bila kes xwe ne xapîne, tu kes kesî naparêze emê jî bibin parêzvanê civaka xwe.”

Endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Şengal Ito Elî jî derbarê perwerdeyê de ev agahî dan:

“Me destpêkê endam di perwerdeyên fikrî û bîrdozî re derbas kirin û piştre jî em derbasî beşê leşkerî bûn.”

Niha gelek ji ciwanên me di xwazin derkevin derveyî welat.

Em ji wan re dibêjin terkandina axa xwe ne çareseriye, werin em bi hev re axa xwe biparêzin.”

Piştî axaftinê 25 endaman soza xwe dan ku heya dawiyê wê Şengalê biparêzin.

Merasîm bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bidawî bû.

Back to top button