Şêniyên Şêxmeqsûdê di peydakirina dermanan de zehmetiyan dikişînin

Şêniyên Şêxmeqsûdê di peydakirina dermanan de zehmetiyan dikişînin
Aloziya peydakirina dermanan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ya ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye dorpêçkirin, didome.
Hikumeta Şamê nahêlin derman derbasî herêmê bibe ew jî rê li ber zahmetiyan wedike.

Ji 6 salan ve hikumeta Şamê taxa Şêxmeqsûd a Helebê dorpêç kiriye.

Di çend salên dawîn de jî gihaşte lûtkeyê. Hikumeta Şamê nahêle sotemenî, xwarin û derman derbasî taxê bibe.

Li gorî rayedarên Yekitiya Dermanfiroşan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ku ji ber gefên saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê navên xwe aşkera nekirin, saziyên ewlehiyê nahêlin derman bikeve taxê.

Heke bihêlin jî li beramberê wê miqdarên mezin ên pereyan dibin.

Li her du taxan 61 dermanxane hene ku derman ji 200 hezar kesî re peyda dikin.

Li gorî Yekitiya Dermanfiroşan, pêwîstiya her du taxan mehane bi derdora 3 milyar lîreyên Sûriyeyê ji bo dermanan heye.

“Hikumeta Şamê nahêlin derman derbasî herêmê bibe”

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê, dihêlin miqdareke pir kêm a dermanan derbasî her du taxan bibe.

Lê belê bac bi qasî ji sedî 10 ji qîmeta fatûreya dermanan lê dibire.

Hema bêje li piraniya dermanxaneyên li her du taxan, dermanên pêwîst ji bo şekir (diyabet), tansiyon û kanserê tune ne.

Ger hebin jî biha ne, ji ber ku heta derbasî her du taxan dibin, bacên mezin lê tên birîn.

Buhayên dermanên nexweşiyên kanserê ji milyonekî heta 20 milyonan e.

Ev buha ne li gorî, hêza kirînê yê piraniya niştecihên her du taxan e nemaze ku gelek ji wan ji kantona Efrînê koçber bûne û ji taxên derdorê Helebê hatine.

“Jinên Efrînî li kampan ji bo vegerê li ber xwe didin”

Jinên Efrînê jî yên di nava kampan de dijîn, ruxmî dorpêç û zehmetiyan jî berxwedanê didomînin.

Jina bi navê Leyle Mihemed (35) niha li Kampa Berxwedan a Şehbayê dijî.

Leyleyê diyar kir ku li Efrînê jiyana wan ji niha xweştir bû.

Ruxmî dorpêça heyî û tunebûna mazotê û bihabûna gazê jî, ew dikire û li sehlebê pê çêdike û difiroşe.

Leyle destnîşan kir ku niha tenê hêviyeke wê heye, ew jî vegera li Efrînê ye û jiyana li ser axa xwe ye.

Partiya Muhafazekaran bang li hikumeta Şamê kir dorpêçê bi dawî bike

Back to top button