CPJ: Îsraîlê herî kêm 20 rojnemeger kuştine

Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJ’ê raporke der barê binpêkirinê mafên rojnemevanan li Îsraîlê de weşand û anî ziman ku herî kêm 20 rojnemeger hatin kuştin.

Komîteya Parastina Rojnamegeran di rapora xwe ya ji bo bîranîna Rojnameger Şêrîn Ebû Akile ku salek berê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin amade kir.

Di raporê de bal kişand ser wê yekê ku ji sala 2001’an û vir ve 20 rojnameger hatine kuştin.

Di raporê de tê dîtin ku artêşa Îsraîlê berpirsyariya van cînayetan negirtiye ser milê xwe, lê herî kêm di sê dozan de lêpirsîna sûc tê xwestin.

Her wiha hat destnîşankirin ku bertekên li hemberî kuştina rojnamegeran qels bûne û ev rewş tê wateya xeteriyeke mezin a li ser azadiya çapemeniyê.

Di raporê de taybetmendiyeke bîranînê jî heye.

Şîrîn Ebû Akile di Gulana 2022’an de di êrîşa artêşa Îsraîlê de hatibû kuştin.

Di raporê de tê gotin di van qetlîaman de yek ji leşkerên Îsraîlî nehatine darizandin.

Back to top button