HPG: Artêşa Tirk êriş kir, 2 dagirker hatin kuştin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker dema ku li qada Sîdayê êrişî çeperên berxwedanê kirine, hêzên gerîla li dagirkeran dane û di şer de 2 dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ev daxuyanî da:

“Li Herêma Zapê di 9’ê Gulanê de dagirkeran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê FM kirin, hêzên me ji bo xwe parastinê li dagirkeran dan.

Di heman rojê de dagirkeran êrişî çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê kirin.

Li wir jî hêzên me li dagirkeran dan û 2 dagirker hatin kuştin.”

Her wiha HPG’ê ragihand 9 Gulanê qada Sîdayê bi çekên qedexekirî hate bombekirin û got:

Di 8, 9 û 10’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê 6 caran bi balafirên şer

2 caran bi helîkopteran, 9 caran jî bi çekên giran hatin bombekirin.”

Back to top button