KCK têkildarî Azîme Arsû ku li Hewlerê hate binçvakirin daxuyanî da

KCK’ê têkildarî Azîme Arsûn a nexweşa giran daxuyanî da ku li balafirgeha Hewlêrê hate destgîrkirin û got, “PDK û Parastin ji aqûbeta hevala me Azîme Arsûn berpirsyar e.”
KCK’ê bang li raya giştî û rêxistinên jinan kir ku ji bo hînbûna aqûbeta azîme bikevin nava liv û tevgerê.

2 Gulanê PDK’ê siyasetmedar û têkoşara Kurd Azîme Arsû, li balafirxaneya Hewlêrê binçavkir.

Azîme Arsû yaku nexweşiya wê giran e, dema dixwest ji bo dermankirinê biçe derveyê welat ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû girtin.

Komîteya Têkiliyên Derve Ya KCK’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir Hevala wan Azîme di demeke kurt de ji aliyê PDK-Parastinê ve hate revandin û wiha got:

“Agahî têne belavkirin ku hevala me hatiye destgîrkirin, ji aliyê Parastinê ve hatiye revandin û radestî MÎT a dewleta Tirk hatiye kirin.

Di vê mijarê de agahiyeke piştrastgirî li gel me nîne.

KCK’ê destnîşan kir ku lewma rîsk heye ku hevala wan ya bi nexweşiya giran dil radestî dewleta Tirk bê kirin û got:

“Şermeke gelekî mezin e ku PDK jineke Kurd a şoreşger bi vê rêbazê direvîne û ji bo têkiliyên qirêj ên bi dewleta Tirk re hewl dide bi kar bîne.

PDK û Parastin ji aqûbeta hevala me Azîme Arsûn berpirsyar e.”

Têkildarî aqubeta Azîmê Arsû Komîteya Têkiliyên Derve Ya KCK’ê wiha bang li raya giştî kir:

Em bang li raya giştî ya Kurdistanê û rêxistinên jinan hemûyan kir ku ji bo hînbûna aqûbeta hevala Azîme Arsûn bikevin nava liv û tevgerê û nehêlin ku radestî dewleta Tirk bê kirin, ku ev yek wê bibe piştgiriyeke PDK’ê ya ji bo kampanya hilbijartinê ya Erdogan ê faşîst.

Back to top button