Sekretêrê Giştî yê NY antonio Guterres : Divê aloziya Sûriyê were bidawîkirin

Di wextekê ku çareserî ji aloziya sûriyê re nayê dîtin Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyê kar û xebatê bike.

Li gorî daxuyaniya NY li ser malpera xwe ya fermî, Antonio Guterres bang li civaka navneteweyî kir ku têkildarî aloziya Sûriyê kar û xebatê bikin.

Sekreter di daxuyaniyê de diyar kir ku divê şerê Sûriyê were rawestandin û rêz ji qanûnên navneteweyî re were girtin.

Her wiha bang li hemû aliyan kir ku tev li çareseriya siyasî ya bi çavdêriya NY`yê bibin.

Guterres da zanîn ku di 11 salên şer de, gelek windahî çêbûn û bi milyonan sûrî koçber bûn û got :

“Lê dîsa jî divê bê hêvî nemînin.

Li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254’an çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re were diyarkirin.

Sekretêr di dawiya daxuyaniyê de banga garantiya radestkirina alîkariyên mirovî ji milyonan hewcedarên re kir.

Back to top button