Pêkhateyên herêma Firatê dibêjin ku Rêveberiya Xweser ji bo misogerkirina mafên hemû pêkhateyan çareseriya herî guncaw e û got: “Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevgirtina me xurt bû.”
Ji pêkhateya Ereb helbestvan Ebdurehîm El-Hecî derbarê mijar ji ajansa Hewarê re axivî..
Ebdurehîm El-Hecî diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêya azadiyê de baweriyeke xurt da wan û got :
“Bi saya projeya neteweya demokratîk a bi nûnertiya Rêveberiya Xweser, di nava ewlehiyê de dijîn.
Me bi hevgirtin û yekitiya xwe hemû komployên derve pûç kirin. ”
Mûdhî El-Mûdhî ji pêkhateya Erebe dibêje Ji sedên salan ve, em li ser vê axê bi pêkhateyên din re weke bira dijîn.
Peyama min ji gelê herêmê re ew e ku têkilî û hevgirtina xwe xurt bikin.
Endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Sirîn a başûrê Kobanê Welîd Kûsa ji pêkhateya Kurd da zanîn ku Tevî gelek astengiyan Rêveberiya Xweser ji bo misogerkirina mafên hemû pêkhateyan baştirîn çareserî ye.