Aktivîstên Hewlêr û Dihokê piştgirî dan kampanya derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’ û diyar kirin ku PKK’ê ji bo mafê Kurdan têdikoşe.
Aktivîst Mehdî Yusif anî ziman ku PKK partiyek şoreşger e û ji bo mafên gelê Kurd têdikoşe, bi ti awayek PKK ne terorîste.
Yusif dibêje, di ti yasayan de nehatiye dîtin ku hêzek ji bo mafên gelê xwe xebat bike û bixin nav lîsteya terorê.
Aktivîst Segvan Etrîs jî li ser mijarê axivî û got: “Ji ber berjewendiyên xwe PKK’ê xistine nav ‘Lîsteya Terorê’.
PKK ne terorîste, ti kiryarek wan ya terorîstî jî nînin. PKK parastina maf, ziman û çanda Kurdan dike.”
Dawiyê de Segvan banga tevlîbûna kampaniyayê li hemû Kurdan kir.