Hûsî: Me li Behra Sor keştiyeke bazirganiyê ya Îngîlîstanê kir armanc

Li Behra Sor êrîşên Husiyan û bersivdana Amerîkayê didome.
Husiyên Yemenê ragihand ku wan keştiyeke bazirganî ya Îngîlîstanê ku diçû benderên Filistînê li Behra Sor kirin armanc.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)’ê jî ragihand ku li ser Kendava Adenê balafireke bêmirov hat xistin û keştiyeke bêmirov a bi çek ya Hûsiyan li Behra Sor hat rûxandin.

Husiyên Yemenê ragihand ku wan keştiyeke bazirganî ya Îngîlîstanê ku diçû benderên Filistînê li Behra Sor kirin armanc.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X’ê li ser mijarê daxuyanî da.

Serî di peyama piştevaniyê ya bi gelê Filistînê re diyar kir ku wan keştiyeke bazirganiyê ya Îngilîstanê ya li Behra Sor bi “moşekên guncav ên deryayî” kir hedefa “bersiva li hemberî êrîşên DYA-Îngilîzê yên li Yemenê.”

Amerîka: Keştiyeke bê mirov a bi çek ya Hûsiyan hat rûxandin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)’ê ragihand ku li ser Kendava Adenê balafireke bêmirov hat xistin û keştiyeke bêmirov a bi çek ya Hûsiyan li Behra Sor hat ruxandin.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “Hêzên Amerîkayê dema ku balafirên bê mirov ber bi rêya keştiya navneteweyî ve diçû, tesbît kirin û dîtin ku ev yek ji bo keştiyên bazirganî û hêzên deryayî yên Amerîkayê yên li herêmê metirsiyeke nêzîk e.”

Rûxandina keştiyeke bêmirov a bi çek bi saetan piştî xistina balafirê bê mirov pêk hat û hat destnîşankirin ku di her du bûyeran de kuştî û birîndar çênebûye.

Fermandariya Navendî piştre ragihand ku du mûşekên balîstîk ên dijî keştiyê ji herêmên di bin kontrola Hûsiyan de li Yemenê hatine avêtin, bi îhtîmaleke mezin ber bi yek ji keştiyên barhilgir ên li Deryaya Sor ve hatine avêtin.

Hate piştrastkirin ku her du mûşek ketine behrê.

CENTCOMê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ti birîndarî çênebûye û ziyan negihiştiye keştiya Lîberya ya ku bûye.

Amerîka: Moşeka Husiyan li Yemenê hat xistin

Back to top button