Dadgehê ji doza Ceylan Onkol a 12 salî wezareta Karên Hundir mehkûm kir

Di doza ku der barê kuştina Ceylan Onkol a 12 salî ya li mezraya Xanbazê ya navçeya Liceyê bi guleya eskeran hatibu kuştin de, Wezareka Karên Hundir ji sedî 90 bi qisûr hat dîtin. Dodgehê Wezaret mahkûm kir û biryar da ku wezaret 283 hezar tl bide malbat Ceylan Onkol.

Dayik û bavê Ceylan Onkol der barê Wezareta Karên Hundir de tazminata maddî û manevî vekiribûn.

Dadgehê Wezareta Karên Hundir mahkûm kir û biryar da ku wezaret tazmînate bide malbatê.

Parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ku piştgirî dan malbatê li 2’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê doz vekirin.

Dadgehê biryar da ku di bûyerê de Wezareta Karê Hundir ji sedî 90 bi qisûr e.

Dadgehê biryar da ku Wezareta Karên Hundiur 283 hezar TL tazmînata maddî û manevî bide malbata Ceylan Onkol.

Back to top button