NY: Bi deh hezaran Sûrî di girtîgehên hikumeta Şamê û çeteyên Tirk de winda ne

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bi deh hezaran girtî, di girtîgehên hekumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de winda bûn.

Duh Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê derbarê sûcên li Sûriyê pêk tên, raporek weşand.

Di raporê de hat gotin ku hêzên hikumetê ji bo tirs û xofê di nav welatiyan de belav bike, bi hezaran welatî di nav girtîgehên xwe de winda kirin.

Komîsyonê destnîşan kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê jî, bi hezaran welatiyên Sûrî di girtîgehên xwe de êşkence kirin û kuştin.

Hefteya Borî, dadgeha bajarê Koblenz ê Almanya, ji ber sivîll di girtîgehên sûrî de êşkence dikir, 4 sal û nîv ceza li endamekî istixbartê Sûrî birî.

Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, biryara ceze kirina endamê istixbaratê erênî dît û daxwaza damezrandina mekanîzmayekê kir ku kesên van sûcên bikin werin ceza kirin.

Back to top button