Dewleta Tirk rêjeya ava Firatê li gorî hevpeymanê kêm kiriye

Dewleta Tirk ji zêdetirî mehekê ye, ava çemê Firatê li ser Sûriyê kêm kiriye.
Ji ber vê di serî de çandinî û kehrebe bandor li gelek warên jiyanê kiriye.
Meclisa Minbicê û Rêveberiya Giştî ya Bendavan kêmkirina avê şermezar kirin û diyar kirin ku ev yek sûc e.

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê weke çek li dijî pêkhateyên li Sûriyê bikartîne û her ku diçe avê kêm dike.

Li gorî Rêveberiya Bendava Tişrîn ku yek ji bendavên li ser çemê Firatê ye, rêjeya ava ku tê 200 m3 di her xuleyekê de derbas nake.

Her wiha li gorî lihevkirina ku berê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de pêkhatibê diviyabe para Sûriyê ji ava çemê Firatê 500 m3 di her xuleyekê de be.

Lê ev yek îro dewleta Tirk pêk nayîne û peymanê binpê dike

Rêveberiya Bendavên Firatê: Divê civaka navnetewî bikeve nava tevgerê

Li ser kêmkirina ava Çemê Firatê jî, Rêveberiya Bendavên Firatê daxuyaniyek da çapemniyê û tê de destnîşan kir ku eger rewş wiha dewam bike, wê saetên kehrebê kêmtir bibin û tenê 6 saetan kehrebê bê dayîn.

Rêveberiya Bendavan da xuyakirin ku qutkirina Tirkiyê ya avê qanûnên navnetewî binpê dike û ew bi sûcekî şer bi nav kir.

Rêveberiya Bendavên Firatê bang li civaka navdewletî kir ku ji bo vê mijarê demildest bilive, ji ber bobelateke mirovî rû dide.

Şêniyên Minbicê dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa xeta rojava ya Minbicê ji bo asta herikîna ava çemê Firatê çalakiyek protestoyî li dar xist û tê de dewleta Tirk şermezarkir.

Hevseroka meclisa xeta rojava Riweyde Hinêdel daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê li gel tevlêbûna endamên meclisê xwend.

Meclisê di daxuyaniyê de siyaseta dewleta Tirk a kêmkirina avê li dijî gelê Sûriyê şermezar kir, û wiha got:
” Dewleta Tirk sûcên şer li dijî herêmê pêk tîne, demografiya wê diguhere û projeya xwe ya dagirkirinê bi rêya êrişkirina Eyn Îsayê û hedefgirtina sivîlan li Minbic û seranserî sînorê didomîne.”

Her wiha Meclisê di daxuyaniyê de, bêdengiya civaka navneteweyî û hikumeta Şamê li hemberî van kiriyarên dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Back to top button