Rêveberiya Kampa Holê: Malbatên DAIŞ ‘ê li benda firsendê ne ku xwe bi rêxistin bikin

Rêveberiya kampa Holê îro bi daxuyaniyekê hişyarî da ku bi hezaran DAIŞ`î li benda êrişên dewleta Tirk in ku xwe re bikin firsend da ji nû ve xwe bi rêxistin bikin. Rêvebeiya kampê bang li Civak û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe rabin.

Rêveberiya kampa Holê îro derbarê gef û xeteriya DAIŞ’ê de daxuyaniyek da.

Rêveberiya kampê di daxuyaniyê de hişyarî da ku bi hezaran malbatên DAIŞ`î yên li kampê li benda derfetekê ne ku careke din bikevin tevgerê..

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku êrişeke dewleta Tirk a dagirker a muhtemel dê aramiya herêmê têk bibe û alîkariya DAIŞ`ê bike ku careke din xwe bi rêxistin bike.

Rêveberiya Kampa Holê: DAIŞ li benda êrişên Tirkiyê ye ku bikeve nava tevgerê

“Rejîma Tirk bi hinceta parastina sînorê xwe gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û ewlehî û aramiya herêmê têk dibe.

Êdî hincet û îdiayên dewleta Tirk ên ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe li Sûriyê û Rojhilata Navîn, her wiha piştgiriya ji rêxistinên terorîst ên li Sûriyê re, ji her kesî re eşkere bûye.”

Di daxuyaniyê de qala ragirtina bi hezaran malbatên DAIŞ’ê li kampa Holê hat kirin û hat dewamkirin:

“Bi hezaran malbatên DAIŞ’ê yên li kampa Holê li benda derfeteke guncaw in ku ji nû ve DAIŞ’ê ava bikin.

Destwerdana dewleta Tirk dibe sedam ku aramiya herêmê têk biçe û ev jî dibe fersend ku DAIŞ’e li qada Sûriyê xwe bi rêxistin bike.”

Rêveberiya Kampa Holê: Divê ewlehiya herêmê were parastin da DAIŞ zindî nebe

Rêveberiya Kampa Holê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir û ew erka xwe ya parastina Kampê bi cih tînin û ev bang kir: “Civak û rêxistinên navneteweyî ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê bi erka xwe rabin.”

Back to top button