Çalakiya konvedanê ya li Qamişlo di roja 4. de dewam dike

Çalakiya konvedanê ya li pêş navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Qamişlo, di roja 4’an dewam dike. Çalakgeran teqez kirin ku ew ê li pêş dijmin bisekinin û li ser şopa Şehîd Egîd bimeşin.

Îro bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Cizîrê serdana kon kirin.

Rêvebera komîteya Jinê a Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Cizîrê Cewher Osman aixivî û diyar kir ku ew jî weke meclisa malbatên şehîdan heta dawiyê li dijî êrişa bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.

Her wiha dayîka şehîd Mihyedîn Gulo Şemsîxan Gulo axivî û diyar dewleta Tirk ji ber ku li Herêmên Parastinê Yên Medyayê li hember berxwedana gerîla têk diçe, êrişî rojava dike.

Back to top button