Di şerê li herêma Darfûrê ya Sûdanê de 80 kes mirin

Li herêma Darfûrê ya Sûdanê, qebîle bi hev ketin.
Di nava 48 saetên derbasbûyî de zêdeyî 80 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Bûyerên tundiyê li vê herêma ku li rojavayê welêt e, du hefte piştî mîsyoneke aştiyê rû dan.

Mîsyona aştiyê ya hevpar a NY û Yekîtiya Afrîkayê di 31’ê Kanûnê de li herêmê kar kiribû.

Komîteya Doktoran a Navendî ya Sûdanê li ser twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku li herêma El Cûneynayê ku navenda rêveberiya Eyaleta Darfûr a Rojava lê ye, di bûyerên tundiyê de 83 kesî jiyana xwe ji dest dane, hêzên ewlekariyê jî di nav de 160 kes jî birîndar bûne.

Şerê li herêmê piştî pevçûna du kesan veguherî şerê navbera Qebîleya El Massalît û koçerên Ereb.

Milîsên çekdar ên alîgirê koçeran, êriş birin ser El Cûneynayê û agir berdan gelek malan.

Rêveberiya Hartûmê ji roja Şemiyê ve li Darfûr a Rojava qedexeya derketina derve bi cih tîne.

Serokwezîr Abdallah Hamdok ragihand ku ji bo rewşê sererast bike, şandeyek ‘payebilind’ şandiye herêmê.

Neteweyên Yekbûyî jî ‘fikara xwe ya mezin’ ragihand.

Back to top button