Du şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan li Hesekê hatin oxirkirin

Du şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagiker de di 13’ê Tîrmehê li Til Temirê şehîd bûn li Goristana Şehîdên Suryan a Hesekê hatin oxirkirin.

Bi sedan kes beşdarî merasima oxirkirina şervanên Meclisa Leşkerî a ya Suryan Radî Mizel Osman û Yûsif Mihsin El-Metras bûn.

Di merasîmê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Efram Îshaq axivî û diyar kir ku armanca êrişên dewelta Tirk tunekirina destketiyên gelên herêmê ye.

Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan Yaqûb Hanûn jî diyar kir her du şervanan li dijî hovîtiya dewleta Tirk xwe feda kirin û got, “Dewleta Tirk û çeteyên wê li pêşberî çavên cîhanê bi her awayî êrişî welatiyan dikin, lê ti helwest nayê nîşandan.”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Hena jî soza tolhildana şehîdan û rizgakirina herêmên Sûriyê yên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, da.

Di dawiyê de wesîqeyên şehadeta her du şervanan hate xwendin û hatin oxirkirin.

Back to top button