Bi def û zirneyê koçberên Efrînê cenazeyê şehîd Diyane Elo oxir kirin

Bi sedan koçberên Efrînê li ber dengê def û zirna efrînî, cenazeyê şehîd Diyane Elo li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd Diyana Elo li pêşiya nexweşxaneya Avrîn girtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê.

Di merasîmê de gelek kes axivin û ev êrişên li ser navenda zarokan şermezar kirin û gotin: “Di hemû civakên li cîhanê de, zarok fêr dibin beyî ku xeterî li ser wan hebe, lê tenê li herêmên me dibistan, xwendekar her tim dibin hedefa êrişan.”

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiyê cenazeyê şehîd Diyane Elo li ber dengê def û pîka efrînê hat oxirkirin.

Back to top button