ÎHD’ê rapora 23 girtîgehên herêma Anatoliya Navîn eşkere kir

Komeleya Mafên Mirovan ÎHD rapora 23 girtîgehan herêma Anatoliya Navîn eşkere kir.
ÎHD’ê di rapora 3 mehan de diyar kir ku li girtîgehan herî kêm Hezar û 203 binpêkirinên qewimîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora xwe ya mehên nîsan, gulan û hezîranê ya li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li herêma Anatolyaya Navîn eşkere kir.

Rapor bi civîna çapemeniyê ku li Navenda Giştî hate lidarxistin, hate ragihandin.

IHD: Di 3 mehan de li 23 girtîgehan Hezar û 203 binpêkirin qewimîne

Di raporê de hate parvekirin ku di pêvajoya 3 mehan de li 23 girtîgehan hezar û 203 binpêkirinên mafan qewimîne.

IHD’ê da zanîn di 3 mehên dawî de herî kêm li 5 girtîgehan 13 girtî li dijî binpêkirinên mafan ketine çalakiya greva birçîbûnê

Di raporê de hûrgiliyên binpêkirinan IHD’ê wiha rêz kir:

Mafê tenduristiyê yêm girtiyên nexweş û dermankirina wan nayên bicîh anîn.

Herî kêm 357 îşkence, mûameleya nebaş, gerfxwarin û biçûkxistin çêbûne.

Berdana 35 girtiyan ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê (ÎGK) ve hatiye astengkirin.

Têkildarî mafê ragihandinê yên girtiyan li van girtîgehan 493 binpêkirin hene.

Herî kêm 59 girtî ji ber daxwazên xwe sewqî girtîgehên din hatine kirin.

IHD: Divê binpêkirinên li girtîgehan bên bidawîkirin

IHD’ê di rapora xwe de bibîrxist ev binpêkirin li dijî Destûra Bingehîn, peymanên navneteweyî û gelek normên din e û got:

“Divê weqayên îşkence û lêdanê yên di demên dawî de li girtîgehan zêde bûne bên bidawî kirin.

Her wiha derbarê kesên berpirsyar de lêpirsîn bê destpêkirin û bên cezakirin.

IHD bang li sazî û dezgehên pêwendîdar kir: Bikevin nava liv û tevgerê

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ÎHD a Enqereyê diyar kir, divê destûr bê dayîn ku saziyên serbixwe yên tenduristiyê bikevin girtîgehan û lêkolînan bikin û di dawiyê de ev bang kir:

“Em bang li Wezareta Dadê û hemû sazî û dezgehên pêwendîdar dikin ku li dijî tiştên li hemû girtîgehan, binpêkirinên mafa û astengiyên ji bo xwegihandina tenduristiyê bikevin nava liv û tevgerê.”

Back to top button