Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî di encama şerê navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên dewleta tirk a dagirker de 2 çawîşên pispor hatin kuştin.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li ser sînorê Tirkiyê û Îranê di navbera leşkerên Tirk û gerîlayên HPG’ê de şer derket.
Di şer de 2 çawîşên pispor birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.
Leşkerên ku birin nexweşxaneyê mirin.
Hat ragihandin ku li herêmê şer dewam dike.
Li gundên Şirnexê yên Çiyayê Cûdî şewat berfireh dibe
Li aliyê din jî dewleta tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên şewitandina xwezaya kurdistanê didomîne.
Li gundên Cifanê, Gundikê Remo û Nêvava yên bi ser Şirnexê ku li qûntara Çiyayê Cûdî ne, duh seatên şevê şewat derket.
Agirê ku li qada daristanê belav dibe didome.