Duh careke din êriş li ser bargeha Eyn Esed hat kirin

Duh bi şev careke din êrîşî bargeha Eyn Esed ya ku leşkerên Amerîkaayê tê de cih digrin, hat kirin.
Koma bi navê Muqawemeya Îslamî ev êriş hilgirt ser xwe.

Koma Muqawemey Îslamî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand,

Wan careke din bargeha Eyn Esed ya ku Amerekê tê de ne, bi balafirên bê mirov topbaran kirin.

“Me li dijî tawanên ku dijmin li Xezayê li dijî gelê Filistînê pêk tîne, êrîş kir.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di nava rojê de ew êrişa duyem bû ku ki dijî wê bargehê hatiye pêkanîn.

Ev ne cara yekê ku hêzên Amerîkî tên armancgirtin .

Ji roja destpêkirina şerê di navbera Hemas û Israîlê de nêzî 48 êriş li dijî baregehên Amerîkî li Sûrî û Iraqê pêk hatine.

Back to top button