Greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî di roja 11’an de ye

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger kirin, grev di roja 11’de didome.
Dîlgirtiyên azadiyê bi rêka malbatê xwe re peyamê xwe radighînin.
Dîlgirtiya azadiyê Şîlan ji girtîgeha Amedê peyam şend û bang li herkesî kir ku tevli têkoşînê bibin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo girtiyên siyasî yên zindanên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di greva birçîbûnê ya dorveger de ne.

Greva birçîbûnê bi biryardarî di roja 11’an de dewam dike.

Girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiyê kiribûn û wê di 15’ê Sibatê de bi dawî bikin.

Her roj girtî bi rêya malbatan xwe peyaman dişinin û dixwazin her kes li çalakiyê xwedî derkevin.

Dîlgirtiya azadiyê Şîlan ku di girtîgeha Amedê de dimîne peyam şand.

Dîlgirtiya azadiyê Şîlan ev peyam da:

”Pewîste ew têkoşîna li zindanan bigihêje her qadê û her mirovekî.

Pewîste her kes bibe dengê me.

Heta ku daxwazên me pêk neyên emê çalakiya xwe bidomînin.”

Gef li girtiyên di greva birçîbûnê de ne hate xwarin

Hate ragihandin ku rêveberiya girtîgeha Eregliyê, bi gotina “Em ê sîstema Îmraliyê li ser we jî ferz bikin, berdana we betal bikin, heta mirinê hûn ê li vir bin” gef li girtiyên di greva birçîbûnê de ne, xwariye.

Yek ji girtiyên li vê girtîgehê ketiye greva birçîbûnê jî Îsmaîl Çoban e.

birayê çoban, Vacîp Çoban têkildarî mijarê wiha got:

“Kekê min di hevdîtina dawî de got ku rêveberiya girtîgehê gefa’ Em ê pergala li Îmraliyê li vir jî bixin meriyetê, em ê înfazên we bişewitînin’ li wan xwariye. ”

Gefa ‘Li vê derê êdî wê pergala tecrîdê ya Îmraliyê bikeve meryetê’

Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê ( TUAY-DER) Ergîn Altuntaş got:

“Tevahiya girtiyan rêz kirine û gefa ‘Li vê derê êdî wê pergala tecrîdê ya Îmraliyê bikeve meriyetê’ xwarine.

Her wiha agahî hene ku dê girtiyan bibin odeya bisunger.”

Greva birçîbûnê ya zîndanan di roja 10’an de didome

Back to top button