Greva birçîbûnê ya zîndanan di roja 10’an de didome

Li 106 girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê de ne,
Çalakiya dîlgirtiyên azadiyê di roja 10’an de didome.
Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan û Hikumxwan re (TUAY-DER) ya Wan, Amed, Edene û Mersînê ji bo piştgiriya berxwedana zîndana çalakiya nobeta edaletê dane destpêkirin.
Malbatên girtiyan bang li hemû raya giştî a Tirkiyê û Bakurê kurdistanê kirin ku bibin dengê zîndanan.

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger kirin .

Girtiyan diyar kirin ku çalakiya wan dê heta 15’ê Sibata 2024’an berdewam bike.

Çalakiya girtiyan di 106 girtîgehan de di roja 10’an de didome.

Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan û Hikumxwan re (TUAY-DER) ji bo piştgiriya berxwedana zindanan li Wan, Amed, Mersîn û Edenê dest bi çalakiya edaletê kirin.

Li Wanê nobeta edaletê destpêkir

TUAY-DER’a Wanê bi dirûşmeya “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” dest bi Nobeta Edaletê kir.

Di pêşengtiya Komaleya Malbatên girtiyan de çalakvanan xwestin daxuyaniyek bidin.

Lê polîsên dewleta tirk a dagirker destûr neda girse daxuyanî bide.

Pişre girse derbasî avahiya DBP’ê bû û li wir dest bi çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ da destpêkirin.

Li vê derê Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr axivî û diyarkir ku ji ber gelêmeyên derve li dijî tecrîdê bi erka xwe ranebû zîndan ketin vê çalakiyê.

Li Amedê dayîkên aştiyê çalakiya nobetê di roja 2’an de didomînin

Li Amedê Jî Nobeta Edaletê ya TUAY-DER’ê di roja 2’an de didome.

Dengbêj Yûsûf Gocxwarî, dengbêj Naîf ên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Meclisa Dayikên Aştiyê bi armanca piştevaniyê tev li nobetê bûn. Dengbêjan kilam gotin.

Li bajarê Edene û Mersînê çalakiya edaletê didome

TUAY-DER’a Mersînê jî Nobeta xwe ya Edaletê di roja duyemîn de çalakiya xwe didomîne

Yek ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren, diyar kir ku heta ku Ocalan û girtî azad nebin dê çalakiya xwe bidomînin.

Nobeta Edaletê bi stranên jinan berdewam kir.

Li navçeya Akdenîz a bajarê Edenê jî li avahaiya TUAY-DER a bajêr çalakî di roja 3’an de didome.

Di çalakiyê de dayekek aşityê axivî û got ew dev ji doza xwe û rêberê xwe bernadin.

Back to top button