Şandeya Rêveberiya Xweser bi serokê hikumeta Katalonyayê re civiya

Piştî parlamentoyê vê carê şandeya Rêveberiya Xweser bi serokê hikumeta Katalonyayê Pira Aragones re civiya.
Aragones diyar kir ku xebatên geşkirina têkliyên navbera wan û Rêveberiya Xweser de dewam dikin û got:
Em amade ne bibin dengê gelê herêmê da ku doza wê bigihîne platformên navneteweyî.

Şandeyek Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê di çarçoveya xebatên xwe yên dîplomasiyê de, li Ewropayê ye.

Doh, şandeya Rêveberiya Xweser li navenda hikumeta ya Barcelona bi serokê hikumeta Katalonyayê re civiya.

Şandeya Rêveberiya Xweer ji Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropa Ebdulkerîm Omer û hevseroka Partiya Suryanî Nezîra Gewriye pêk dihat.

Beriya hevdîtina li gel serokê hikumetê, şande bi Seroka Parlamentoya Katalonya Anna Ira Solla‏ ‏civiyabû.

Serokê hikumeta Katalonyayê Pere Aragones ew li navendê hikumetê pêşwaz kir.

Pere Aragones jî ji hevdîtinê keyfxweşiya xwe anî ziman.

Aragones li ser piştgiriya welatê xwe ji Rêveberiya Xweser re di tevahî aliyên siyasî, mirovî, aborî û geşepêdanê de axivîn.

Serokê Katalonya: Em amade ne doza we bigihînin platformên navneteweyî

Serokê hikumeta Katalonya rola Rêveberiya Xweser a di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de lîstî pîroz kir û got;

Di oxira parastina ewlehî û îstîqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de divê piştgirî û alîkariya we bê kirin.

Em amade ne bibin dengê gelê herêmê da ku doza wan bigihîne platformên navneteweyî.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd helwesta hikumeta Katalonya û gelê wê ya piştgiriya Rêveberiya Xweser û doza gelê herêmê dike, silav kir.

Çiya Kurd îşaret bi naskirina Rêveberiya Xweser ji hêla parlamentoya Katalonayê kir û got;

Ev gav nîşaneya kûrahiya têkiliyên dostaniyê yên her du aliyan e.

Çiya Kurd: Divê civaka navnetewî bi erka xwe rabe

Derbarê astengiyên li hember Rêveberiya Xweser li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê de Çiya Kurd wiha axivî:

“Ev êriş bi awayekî sereke li dijî wêrankirina cihên stratejîk û hedefgirtina qûta welatiyan in.

Ji lew re ev êriş, li gorî qanûnên navneteweyî, dikevin beşa sûcên şer û sûcên dermirovî.”

Çiya Kurd di dawiyê de got,

Divê civaka navneteweyî bi erkên xwe rabe, van sûcan bi dawî bike û di heman demê de piştgiriyê bide hewldanên Rêveberiya Xweser.

Back to top button