Di encama êrîşên dewleta Tirk de Nexweşxaneya Miştenûr ji xizmetê derket

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê de Nexweşxaneya Miştenûrê ji xizmetê derket. Bi wê re zêdetirî 500 nexweş êşan dikişînin.Tîma tibî diyar kir ku ew li ser peydakirina cihekî altarnatîf ku nexweşxana tedawî bikin dixebitin.

Rêveberê beşa nexweşiyên hundirîn bijîşk Tewfîq Şêx Ehmed diyar kir ku nexweş zahmetiyan dikêşin û got:

“Îro heta derziyên aşlekirina zarokan jî nayên peydakirin, ji ber derman tev şewitîn.

Makîneyên eko û dermanxane jî şewitîn. Êdî derman tune ne ku em bidin nexweşxan.

Rewşa nexweşan jî gelekî dijwar e û pêwîstiya wan bi domandina dermankirinê heye.”

Şêx Ehmed wiha domand: “Em ê xebatên xwe ji bo peydakirina dermanan bidomînin.

Bijîşkatî karekî mirovî ye û em ê di demeke nêz de cihekî ji bo dermankirina nexweşên xwe peyda bikin.”

Back to top button