Heya azadiya Rêber Apo em ê li qadên têkoşînê bin

Welatiyên kantona Cizîrê diyar kir ku Rêber Apo ji bo mîsogeriya mafên gelan li hemberî pergala kapîtalîst serî hilda û got:”Dem hatiye ku gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe tê bikoşe.”

Welatiyê bi navê Mihemed El Ewad ê ji gundê Naîm ê navçeya Til Hemîsê wiha got:

“Têkoşîna Rêbertî li hemberî pergala kapîtalîste, pêwîste têkoşîna me li dijî tecrîte jî bilind bibe.

Welatiya bi navê Meyada Remedan a ji navçeya Çilaxa jî got:

“Em ê li qadên têkoşînê bin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Welatiyê bi navê Hûsam Hisên ê ji Çilaxayê jî fikarên xwe ji ber girankirina tecrîdê wiha anî ziman:

“Rêbertî ji bo mîsogeriya azadiya gelan serî hilda.

Dem hatiye ku gel jî bi çalakiyan ji bo azadiya Rêbertiya xwe serî hilde.”

Li Eyn Îsa li dijî dagirkeriyê meşek hat lidarxistin

Back to top button