Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din li dijî herêmê dest bi êrişan kir. Di danê êvrê de gundên navçeyên Şera û Eyn Îsayê hat topbarankirin.
Artêşa Tirk a dagirker di danê êvarê de gundên Xerbet Şealê û Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kir.
Di heman demê de artêşa dagirker gundên Xalidiyê, Hoşan û Mestûra yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê yên kantona Firatê jî topbaran kir.
Her wiha gundê Mişêrfa, Xwaringeha Nexîl ên rojhilatê navçeyê û rêya M4 jî bi dijwarî rastî êrişan hat.