Nûran Îmîr: Gelên li Rojhilata Navîn têne tecrîdkirin

Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr di panela bi sernavê “Tecrît û ji bo jinên girtî edelet” de axivî û diyar kir ku kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de gelên Rojhilata Navîn tên tecrîdkirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Jinan Edalet” li avahiya rêxistina HDP’ê ya Cizîrê panela bi sernavê “Tecrît û ji bo jinên girtî edelet ” li dar xist.

Di panelê de pankarta “Ji bo jinan Edelet”,” Em tecrîdê dişkînin, jiyana azad ava dikin û nirxan diparêzin” û “Na ji qirkirina jinan re” hatin daliqandin.

Panêl ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç ve hate rêvebirin.

Piştrî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî.

Nûran Îmîr: Dixwazin Rojhilata Navîn di tarîtiyê de bihêlin

Nuran Îmîr di destpêka axaftina xwe de bal kişande li ser 15’ê Sibatê komploya navnetewî ya li dijî Rêber APO.

Nebîha Akay: Emê bibin dengê girtiyan

Meta girtiya nexweş a Tenzîle Acar, Nebiha Akay jî destnîşan kir ku rewşa girtiyan roj bi roj giran dibe û divê hikûmet di demek nêzde tecrîdê rabike û daxwaza zarokên me bi cih bîne.

Back to top button