Li Germiyan şehîdên Parîsê hatin bîranîn

Li navçeya Kelar a Germiyan û navçeya Ranyayê şehîdên komkujiya Parîsê hatin bîranîn.

Li navçeya Kelar a Germiyan şehîdên komkujiya Parîsê bi semînerekê hatin bibîranîn.

Di semînerê de peyama RJAK’ê hat xwendin û het gotin: “Sakîne Cansiz ji destpêka damezrandina PKK’ê ve, ji girtîgehê heta çiyayên Kurdstanê û di hemû dem û cihî têkoşîn kir.”

Di dawiya semînerê de li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz sînevîzyonek hate pêşandan.

Şehîdên Parîsê li Ranya hatin bîranîn 

Li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperînê jî bi pêşengiya RJAK’ê merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Endama RJAK’ê Mom Şadî Semed axivî û got: Sakîne bi ruhê rasteqîn ê Kurdistan, Dersim û PKK’ê ye.

Rêbaza Sakîneyê di heqîqeta têkoşîna azadiyê de îro geştir û berfirehtire.”

Mom Şadî Semed got: “Em weke RJAK herdu komkujiyên Parîsê şermezar dikin.

Divê dosya wan demildest were zelalkirin û sûcdar werin cezakirn.”

Back to top button