Rûsya hêzên xwe yên li ser xaka Ûkrayna zêdetir dike

Şerê li Ûkrayna di nava demek kin de wê bi dawî nebe.
Ya tê xuyakirin jî eve.
Rûsya ji bo hêzên xwe yên li rojhilatê welat, piştevaniyên nû dişîne.
Li herêma Donabassê amadekariyek zêde heye.
Ûkrayna ragihand ku li derdora Kîevê bêtirî 1,200 cenaze hatine dîtin.
Cîgira serokwezîrê Ûkrayna Vereşuk got,
Dibe ku şer ji ya em difikirin dirêj û dijwartir derbas bibe.

Li Ûkrayna hêviya ku şer wê di demek nêz de bi dawî bibe xuya nake.

47 rojin şerê li welat didome û Moskow tevî hemû zextan ji ya xwe danakeve.

Sererkaniya Ûkrayna ragihand ku Moskow ji bo xurtkirina hêzên xwe yên li welat piştevaniyên nû dişîne.

Sererkaniyê diyar kir ku niha li rojhilatê welat, tevgereke zêde heye.

Îşaret bi wê yekê hate kirin ku niha li herêma Donabassê wê şer giran bibe.

Ûkrayna: Li derdora Kîevê bêtirî 1,200 cenaze hatine dîtin

Dozgera Giştî ya Ûkraynayê Irina Venicetova ragihand ku ji li bajarok û gundên derdora paytext Kîevê, ku artêşa Rûsyayê di hefteyên dawî de dest bi vekişînê kiribû, bêtirî 1,200 cenaze hatine dîtin.

Venicetova ji kanala Sky News a Brîtanî re got:

“Ji vê sibehê ve tenê li Kîevê 1,222 cenaze hatine dîtin.”

Herwiha Venicetova ragihand ku heta niha 5 hezar û 600 sûcên şer hatine tomarkirin û wan nêzîkî 500 gumanbarên pêwendîdar bi wan tawanan nas kirine.

Ûkrayna: 19,500 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkrayna bîlançoya şerê 47 rojan a li dijî Rûsya eşkere kir.

Li gorî vê;

19,500 leşkerên rûsya hatine kuştin.

154 balafir, 137 helîkopter û 725 tank hatine bêkêrkirin.

Rûsya: Me li sîstema S-300 yên Ûkrayna ji Ewropa girtî xist

Li aliyekî din Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov ragihand ku wan li dijî sistema esmanî ya S-300 ku Ûkrayna ji Ewropa girtî xistiye.

Konaşenkov got:

Heta niha 129 balafir, 99 helîkopter, 243 sîstemên mûşekên parastina hewayî yên artêşa Ûkrayna hatine bêkêrkirin.

Fermandarê Rûsya yê Heleb wêran kirî niha şerê li Ûkrayna birêve dibe

Di vê navberê de, direngmayîna xeyalên Serokê Rûsya Vladimir Putin hêrsa wî zêde kiriye.

Piştî ku artêşa Rûsî di meh û nîva yekem a şerê li Ûkrayna de negihişt armanca xwe, Kremlînê fermandariya leşkerên Rûsyayê yên li Ûkrayna da General Aleksandr Dvornikov.

Dvornikov weke yek ji berpirsên kuştina gelek sivîlan di şerê Sûriyê de tê tewambarkirin.

Berpirsên DYA jî ji ajansa AP (Associated Press) re ev guhertin piştrast kir.

Li gorî çavkaniyên rojavayî, hêzên Rûsyayê di bin serokatiya Dvornikov de 10 hezar bombebaran li Sûriyê pêk anîne.

Di vê pêvajoyê de bajarên Heleb û Humsê ji niştecihbûnê hatin derxistin.

Dvornikov piştî xebatên xwe yên li Sûriyeyê bi “Lehengê Federasyona Rûsyayê” hat xelatkirin.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya DYA Jake Sullivan got:

“Ti guhertinek giştî nikare vê rastiyê ji holê rake ku Rûsya li Ûkraynayê rastî têkçûneke stratejîk hatiye.”

Ûkrayna: Dibe ku şer ji ya em difikirin dirêj û dijwartir derbas bibe

Alîkara Serokwezîra Ûkraynayê Irina Vereşuk ji siyasetmedarên welat re axivî.

Vereşuk ê ku li ser medyaya civakî daxuyanî da û got:

Dibe ku şer ji ya em difikirin dirêj û dijwartir derbas bibe.

Back to top button