Konê çalakiyê ya li taxa Newroz a li Kerkukê di roja 8. de ye

Çalakiya şêniyên taxa Newrozê ya Kerkûkê a li dijî hewildanên artêşa Iraqê di roja 8’an de ye.
Îro jî Serokê Desteya Giştî ya Deverên li Dervey Îdareya Herêma Başûrê Kurdistanê Fehmî Burhan bi şêniyên taxê re civiya.
Fehîm Burhan piştî civînê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got: “Kiryarên artêşa Iraqê ne yasayî ye.”

Artêşa Iraqê 8 rojin di nava hewildana dagirkirina taxa Newroz ya Kerkûkê de ye.

Iraq hewil dide ku wê taxê ji Kurdan vala bike û li şûna wan malbatên erebên biyanî bicih bike.

Fehîm Burhan: Kirinên artêşa Iraqê ne yasayî ye

Herî dawî jî Serokê Desteya Giştî ya Deverên li Dervey Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan serdana taxê kir û li gel şêniyên taxê civiya.

Fehmî Burhan piştî sê saetan ku li gel şêniyên taxê civiya, ji çapemeniyê re axivî.

Fehmî Burhan diyar kir ku dervey yasa û desturê ye ku artêşa Iraqê li taxa Newroz bi rêya zextan welatiyan ji malên wan derbixe û got:

“Divê hikûmeta Iraqê bi awayek yasayî danûstandinê li gel xelkê vî bajarî bike.

Tiştek ne desturiye ku artêşa Iraqê ji bo karûbarên welatiyan û rêveberina îdarî ya li bajêr were bikaranîn.”

Di dewamê de Fehmî Burhan da zanîn wek Desteya Giştî ya Deverên li Dervey Îdareya Herêma Kurdistanê ewê raporek li ser bûyer û rewşa li taxê pêşkêşî desteya wezîran a Iraqê bikin.

Li beramberî van hewldanan, xelkê taxê kon vedaye û li ber xwe didin.

Heta niha şêniyên taxê li ser mijarê bi gelek aliyan re jî civiyane.

Di dawiyê de jî Fehmî Burhan xwest hikûmeta Iraqê pirsgirêkê ne bi rêya zext û hêzên lê mîna li bajarên din ên li başûrê Iraqê çareser bike.

Hêjayî gotinê ye ku duh jî şêniyên taxê li ser mijarê bi Nûnertiya Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) re civiya bûn.

Konê çalakiyê ya li taxa Newroz a li Kerkukê di roja 7. de ye

Back to top button